Êrîsa bi encamdana mirina 45 kesan ya Refahê ‘xetayekî trajîk e’
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu êrîşa artêşa Sûriyê ya ser konên li Refahê ku di êrîşê de 45 mirin, wekî bûyerekî xetayî ya trajîk binav kir. Netenyahu cara ewiliye ku êrîşekî bi xeletî bi nav dike û got ku wê di derbarê êrîşê de lêpirsînê bide kirin. Di axaftina meclisê de, axaftina Netenyahu bi qêrînên parlementerên muxalefetê hat birîn û Netenyahu got:
“Li Refahê 1 milyon kesên ku ne şervanin me wan tehliye kir. Em bi hezir tevdigerin da kesên ku şervan nînin ji me zerarê nebînin lê mixabin carna hinek şaşî dibin. Em lêkolîna bûyerê dikin û em ê bigihên encamê ji ber ev siyaseta me ye.”
Netenyahu got ku wê êrîş dewam bikin û heya ew negihên temamê hedefên xwe, ew şer naqedînin.
Roja Yekşemê, ber destê êvarê Fîlîstîniyên aware yên ji ser axa xwe rabûbûn, xwe sipartibûn kampa penaberan ya Tal Al-Sultan lê artêşa Îsraîlê êrîş biribû ser kampê, 45 kesan kuştibû û 249 kesan birîndar kiribû.