Êrîsa Îsraîlê ya li ser Refahê: Zêdeyî 100 kes mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser bajarê Refahê ya li başûrê Xezzeyê de mirî û birîndar hene.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê raporek weşand û got, "Di êrîşên li ser Refahê ya li ser sînorê Misrê ya Xezzeyê de ku Îsraîlê bi îdiaya ku herêmeke ewle ye û gelek kes sirgûnî wir kir, ji 100î zêdetir kes mirin."
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ya di 9ê Sibatê de, rêxistina leşkerî û ewlehiyê ya Benjamin Netanyahu got, hate tomarkirin wî talîmat daye ku êrîşek li ser başûrê Şerîda Xezzeyê pêk bînin û plana pêwîst amade bikin ji bo koçberkirina nêzîkî 1,5 mîlyon Filistîniyên ku xwe li wir girtine.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re diyar kir ku bêyî plansaziyeke "pêbawer" a parastina sivîlan divê êrîşî bajarê Refahê yê Misrê neyê kirin.
Heyva Sor a Filistînê jî ragihand ku êrîşên Îsraîlê yên li navenda bajarê Refahê û malên sivîlan jî bûne hedefa êrîşan.
Midûrê Nexweşxaneya Kuweytê Suheyb El-Hims ku birîndarên êrîşê lê hatin rakirin, diyar kir ku nexweşxane di rewşeke pir metirsîdar de tijî birîndar bûye û derman û serum têra wan nake.