TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsê nexwesxaneya jinan kirin û 16 kes kustin

Admin M
Nivîskar
📅 14 gulan 2020 00:33

PeyamaKurd- Li payîtexta Afxanistanê li Kabîlê 3 kesên çekdar ku cilên polîsan li xwe kiribûn avêtin ser nexweşxaneya jinan. Nexweşxaneya ku ji aliyê Doktorên Sînornens de tê birêvebirin 2 bebek jî di nav de bi temamî tê de 16 kes kuştin. Li gor ajansa Reutersê; bûyer serê sibê çêbû. Kesên ku êrîşê nexweşxane ya bi navê Deşt-î Berçî kirine, herî kêm 3 kes bûne. Çekdar bombeyên destan û sîlihan bikaranîne û di encamê de her 3 çekdar jî hatine kuştin.

Nexweşxane xwediyê ciyê 100 nexweşaye û beşa jina ji aliyê MSF a Fransayê de ku doktorên Sînornenas de tê birêvebirin. Di nav kuştiyan de jin, zarok û hemşîre hene. Leşker, zarokan ji nexweşxanê tehliye kir. Bi tevahî 100 kes hatine tehliyekirin.

Heya niha ti kes an rêxistin bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Parve bike: