Cîhan
Êrîsê ser 2 dêran kirin: 3 kustî, gelek birîndar û 36 rehîn
PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Kadûnayê êrîşê ser 2 dêran kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û êrîşker 36 kesan dîl girtin.
Şêwirmendê parêzgerê berê yê eyaleta Kadûnayê Reuben Bûharî ragihand ku do kesên li ser motorsîkletê siwar bûn li eyaleta Kadûnayê êrîşê du dêran kirine, 3 kesan kuştine, gelek kesan birîndar kirine û 36 kesan dîl girtine. Bûharî got ku êrîşker êrîşê gundan dikin, qet navber naxin êrîşên xwe û ji gelek êrîşan agahiya wan çênabe.
Herî dawiyê di 5 ê hezîranê de li eyaleta Ondo yê li devera Owo yê êrîş biribûn ser dêra katolîkan û 40 kesên ku di dêrê de ayînên xwe dikirin kuştibûn.