TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîskarekî li Fransayê pistî 3 polîs kustin û reviya

Admin H
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2020 20:03

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 23yê Kanûnê li herêma Puy-de Dome ya Fransayê li dijî hêzên polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat û 3 polîs hatin kuştin û polîsek jî hat birîndar kirin.

Li gor zanyariyên medya Fransî li ser gilîkirina cîranan polîsên herêma Puy-de Dome ya Fransayê xwestine destwerdana pevçûna nav malbatekê bikin ku we demê kesekî 48 salî bi çekan erîşî polîsan kiriye.

Hat ragihandin ku 3 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Êrîşkar piştî êrîşê agir berda xanî û reviya ku tîmên taybet ên polîsê Fransayê jî detwerdana wê bûyerê dikin.

Hat zanîn bûyera pevçûna nav malbatê li ser zarokekî welayeta wî bûye û dema destwerdana polîsan jî êrîşkar polîs kuştine.

Parve bike: