Cîhan
Ersoy: Wê di 28 ê hezîranê de tûrîzma hundir destpêbike
PeyamaKurd- Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nuri Ersoy ragihand ku bi sedema Kovid-19 ê, tûrîzma Tirkiyê rawestiya bû lê wê di 28 ê hezîranê de car din tûrîzma nav welat destpêbike. Her weha dibe ku seferên balafirên rêwiyan yên bo welatên derve, di 28 ê gulanê de destpêbikin.
Hemû karsazên bi tûrîzmê re têkildarin, heya niha li benda gotinên wezîrê çand û tûrîzmê bûn. Wezîr, hêviya xwe berya her tiştî bo welatên Asya Rojhilat girêdaye ku ew welat jî yên weka Çîn û Kore ya Başûr in. Dibêje; dibe ku trafîka Asya destpêbike ji ber nexweşîn li wan deran diqede. Li Awrûpayê jî nexweşîn ber bi başbûnê de diçe.