TR KU SO
FB X
Cîhan

Esad îdîa kir çekên kîmyayî li cemê tunene

📅 26 hezîran 2018 03:47

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esad li ser îdîayên Welatên Rojavayî ku dibêjin artêşa vî welatî ji çekên kîmyayî sûd wergirtiye, wek derew da zanîn û destnîşan kir ku Amerîkî derewan dibêjin û êriş dikin.

Li gor nûçeya ajansa IRNAyê, Serokê Sûriyê Esad di gotûbêja xwe ya ligel telivîzyona NTV a Rûsyayê bal kişande ser vê yekê ku li welatê wî çek û sîlahên kîmyayî tune ne û destnîşan kir: Welatên Rojavayî senaryoke derewîn a sûdwergirtina Şamê ji çekên kîmyayî derxistiye, da kû êrîşa xwe ya li ser axa Sûriyê qanûnî bikin.

Parve bike: