TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed bi 2 hezar û 900 varêlan êrîs kir

Admin M
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2018 19:08

PeyamaKurd- Tora Mafê Mirovan ya Sûriyê (SNHR) îsal di navbera meha 1 heya hezîranê, rapora xwe ya di derbarê Sûriyê de belav kir.

Tora Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku Beşer Esed di nava 6 mehên dawiyê de, li deverên cuda 2 hezar û 908 car varêlên bombayê avêtiye. Di dema ku bombeyên varêlê avêtiye, 44 zarok, 52 jin bi temamî 169 kesan kuştiye. Bi sedema ku bombeya varêlan erzane û dikare bi 50 dolarî bê amade bike, Esed van bombeyan tercîh dike.

Li gor raporê rejîm bi wan varêlan 9 mizgeft û 18 nawendên tenduristiyê bombe kiriye. Li gor raporê rejîm di meha yekê de 427, di sibatê de 407, di adarê de 793, di nîsanê de 761 di gulanê de 93 û di hezîranê de 427 car bombeyên varêlan avêtiye ser deveran.

Bi sedema ku maliyeta varêlan erzane û bandora wan zêde ye, rejîm wan tercîh dike. Rejîm bi wan bombeyan li hedefa xwe dixe û gelek kes pê tên kuştin. Li gor miqdarê teqemeniya ku dixin nava bombeyên varêlan, li dora xwe di navbera 50-200 metreyan de bandora xwe nîşan dide.

Di nava termê gotina leşkerî de, varêlên bombeyî li gor “qaîdeya ketina serbest” bi xesara ku didin jîngehên sîvîl û zorê dide xelkê da xelk koç bike.

Parve bike: