Esed bi DAISê re li hev kir û temamê Samê bi dest xist
PeyamaKurd - Di encama lihevkirina Rejima Beşar Esed û DAIŞê de konvoya ewil a ku terorîstan û sivîlên ku naxwazin di bin kontrola rejimê de bijîn neqil dike, bi rê ket.
Li gorî agahiyên çavkaniyên li Kampa Yermukê, DAIŞ û rejima Beşar Esed li hev kirin.
Konvoya ewil a ku DAIŞî û sivîlên ku naxwazin di bin kontrola rejimê de bijîn vediguhezîne, ji kampê derket.
Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞî wê bi 7 otobêsan biçin çola ku li parêzgeha Himsê ye û wekî Badiya tê zanîn. Herwiha li devera navborî vêga mensûbên DAIŞê hene.
9 otobusên ku sivîlan dibin jî ber bi Îdlibê bi rê ketin. Tê texmînkirin ku texliye wê dewam bikin.
- Rewşa Kampa Yermukê
Kampa Yermukê wargehek e ku ji 16 kîlometreyan pêk tê û herwiha 8 kîlometro li başûrê Şamê ye û bi piranî penaberên Filistînî lê dimînin.
Beriya ku rejim pêşde biçe, 8 kîlometre ji beşê rojavayê kampê di destê DAIŞê de, 7 kîlometre ji beşê rojhilatê kampê jî di destê Artêşa Azad a Sûriyeyê de bû.
Li bakurê kampê kîlometre xak jî di kontrola ji komên çekdar ên dijî rejimê Heyet Tehrîr Şamê de bû.
Dawiya nîsanê di encama lihevkirina bi rejimê ra de Artêşa Azad a Sûriyeyê û Heyet Tehrîr Şam ji herêmê hatibûn texliyekirin.
DEAŞ hê jî li Sûriyeyê li aliyê Iraqê li Dêra Zorê, li çola Himsê û herwiha li rojavayê Derayê hindik be jî heye.