TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed: Em ê bersiva operasyonên Tirkiyê bidin

Admin M
Nivîskar
📅 11 hezîran 2022 04:00

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşer Esed di televizyona Rûsyayê de axifî û got; eger Tirkiye operasyon bike ser Sûriyê, wê bersiva Tirkiyê bidin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî ragihand ku wê operasyonan bikin ser Tel Rifet û Minbicê, serokê Sûriyê Beşer Esed daxwuyanikî da televiyona Rûsyayê ya bi navê Russia Today ê. Esed weha got:

“Eger îşxalekî bibe, wê di serî de berxwedana xelkê çêbibe. Ciyê ku artêşa Sûriyê lê xwe bicîh kiriye, eger weka leşkerî raste rast her dû artêş bikevin rûyên hev, em ê bersivê bidin artêşa Tirkiyê.

2 sal û nîv berê, leşkerên Sûriyê û Tirkiyê hatin hemberê hev û artêşa me êrîşê leşkerên Tirkiyê kirin. Eger kapasîta defretên leşkerî hebin, wê car din heman tişt bibin.”

Parve bike: