TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed, Erdogan bi diziya petrolê û xakê tawanbar kir!

📅 22 cotmeh 2019 16:56

PeyamaKrud - Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed serdana herêma Idlibê kir û ragihand, "Erdogan duh kargehên me û petrola me dizî, îro jî xaka me didize."

Beşar Esed îro serdana bajarokê Hibît li herêma Idlibê ya Sûriyê kir û fermande û serbazên Sûriyê re civiya. Esed li wir êrişî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got, "Erdogan duh kargeh û petrola me dizî, îro jî xaka me didize."

Serokê Sûriyê Esed anî ziman ku ew dê tevahiya xaka Sûriyê bixin bin kontrola xwe û ji teror û dagîrkeriyê paqij bikin.

Piraniya Idlibê di destê çekdarên Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê de ye. Artêşa Tirkiyê jî li wir 12 xalên çavdêriyê daniye.

Parve bike: