Cîhan
Esed: “Hindik maye em bi ser kevin!”
PeyamaKurd- Serokomarê Sûriyê Beşar Esed bang li Artêşa Sûriyê kir û got ku hindik ma, di demeke nêzîk de em ê bi ser kevin.
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed di salvegera avakirina Artêşa Sûriyê de axaftinek kir. Esed di axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku hûn her roj li cihekî serkeftineke leşkerî bi dest dixin û li dijî hevalbendên terorîzmê şêrr dikin, ez we pîroz dikim.
Esed axaftina xwe wiha dewa kir: “Me Humus, Palmîra, Heleb, Kalamûn, Dêra Zorê û Xuta ji destê terorîstan derxist. Taliyê ew mecbûr man ku birevin herin. Hemiyan jî dûvê xwe xistine nava çaqê xwe de û reviyan.”