TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed serê kurxalê xwe yê milyarder da destpêkirin: 28 rêveberên kompaniyan hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2020 23:25

PeyamaKurd – Rejîma Sûriyê ya bi seroktiya Beşar Esed ku ev demek e bi daxwazên baca zêde û radestkirina kompaniyên kurxalê xwe yê milyarderê Sûriyê Ramîn Mexlûf , şerek daye destpêkirin ku îro Sêşemê 28 berpirsên kompaniyên Ramîn Mexlûf hatin girtin.

Li gorî çavkaniyên Sûrî, hikûmeta Sûriyê 233.8 milyar lîreyên Sûrî wek bac, li ser kompaniyên Ramî Mexlûf sepandiye, ku dike nêzîkî 334 milyon dolar.

Ramî Mexlûf ku kurxalê Beşar Esed ê Serokomarê Sûriyê ye, 2 caran li ser medyaya civakî Facebookê peyam belav kiribû û tê de bang li Esed kiribû, ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bikeve tevgerê.

Lê belê dezgehên ewlekariya Sûriyê, hejmarek berpirs û rêvebirên kompaniyên Ramî Mexlûf jî di nav de sernivîserê rojnameya El-Weten girtibûn.

Li gorî zanyariya operasyona girtina rêvebir û karmendên saziyên Ramî Mexlûf kuji Şam û Laziqiyê û Hums destpê kiribû, niha gihiştiye Heleb û Tertûsê.

Dezgehên ewlekariya Sûriyê bi hevkariya hêzên Rûsî di çend demjimêrên borî de 7 rêvebir û pisporên IT li şîrketa telefonê ya Syria Tel girtine, ku 4 ji wan li Helebê û 3 kes jî li Tertûsê hatine girtin.

Îstixbarata Sûriyê û polîsên leşkerî yê Rûsya karmendên Komeleya Bustan a Ramî Mexlûf jî girtine ku tê ragihandin, zêdetirî 28 rêvebir û pisporên IT hatine girtin, lê Ramî Mexlûf heta niha bi xwe nehatiye girtin û cihê wî nayê zanîn.

Parve bike: