Eşîretên Ereb li Iraqê şer kirin: 6 kuştî û 9 birîndar hene
PeyamaKurd – Li Başûrê Iraqê li bajarê Misanê do û îro 3 caran eşîr li hev xistin. Di şer de 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 9 kes birîndar bûn û li ser rûdanan polîs gelek kesan xist bin çav.
Şerê navbera eşîran yên çekdar êdî ji xwe re kirine adet. Di nav 24 seetan de li deverên cuda sê car şer derket.
Du bûyer li devera Batira qewimîn. Di navbera pismaman de ji berê de nexweşî hebû û roja Înê bi çekan li hev xistin. Di encamê de 3 kes li ciyê şer mirin û 2 kes jî giran birîndar bûn.
Polîs li ser şer, 7 kesan xist bin çav, dest danî ser kleşnikof, demançe û erebeyekî.
Li devera Seyyid Ahmed Rifai jî di şerê eşîretan de 3 kes mirin 5 kes birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxaneyan.
Îro jî li devera Awaşayê di navbera du terefan de şer derket û 2 kes birîndar bûn. Polîsê Misanê li deverê tedbîrên tund yên ewlehiyê sitend û ji bo şer zêde nebe bi serokên eşîran re hevdîtin dewam dikin.