TR KU SO
FB X
Cîhan

Etiyopya – Di 6 rojan de 550 kes hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 11 mijdar 2020 05:40

PeyamaKurd – Artêşa Etiyopyayê ragihand li başûrê welat li eyaleta bi navê Tigrayê ku Cepha Rizgarkirina Gel ya Tigrayê (TPLF) eyaletê îdare dike, operasyon kirine ser endamên wan û ji 4 ê mehê haya niha, di nav 6 rojan de 550 kesan kuştine.

Televîzyona Etiyopyayê EBC, di nûçeyan de ragihandiye ku fermandarê artêşê tumgeneral Belay Seyûm bo televîzyonê ragihandiye ku ji 4 ê mehê heya niha 550 endanên TPLF yê ji nav birine û tenê îro 29 kesên wan sax girtine. General got ku gelek alav û muhîmmatan bidest xistine û her weha 5 bajarokan xistine destê xwe.

Di 3 yê mehê de, piştî ku gerîllayên TPLF yê êrîşê artêşê kiribûn, serokwezîrê Etiyopyayê Abîy Ahmed ragihandibû ku li hemberê wan biryara operasyonê dane.

Parve bike: