EUAA: Tirkiye, di warê penaberiyê de ket rêza 3yemîn
PeyamaKurd- Li gorî daneyên Ajansa Penaberiyê ya Ewropayê, piraniya penaberan ji Suriye, Efxanîstan û Tirkiyê ne.
Di agahiyên ku bi rêya raportê hatin parvekirin de hat diyarkirin ku rêvebera Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA) Nina Gregori di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameyên girêdayî Koma Medyayê ya Funke ya Almanyayê de diyar kir ku ew li bendê ne hejmara penaberên li Yekîtiya Ewropayê (YE) zêde bibe.
Gregori di dewama agahiyên xwe de got, "Eşkere ye ku dê hêjmareke zêde ya serlêdanan di siberojê de berdewam be. Bêîstiqrar û xetereya ewlehiyê, taybetmendiyên cîhana îroyîn in. Mixabin ev ne rewşeke demkî ye.”
Li gorî van daneyan, piraniya penaberan ji Suriye, Efxanîstan û Tirkiyeyê ne û li aliyê din Ukrayniyên ku ji ber şer hatin YEyê, neçar in ku ji prosedureke dirêj a penaberiyê re derbas bibin.