TR KU SO
FB X
Cîhan

Ew welat, ji bo dabînkirina alavên ser di nav tevgerê de ye!

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 gulan 2023 17:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, hikûmeta Çekyayê daxwaza Wezareta Parastinê ya ji bo kirîna 246 maşînên şer ên zirxî yên CV90 ji Swêdê qebûl kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Wezîra Parastinê ya Çekyayê Jana Cernochova diyar kir ku peymana kirîna 246 maşînên şer ên zirxî CV 90 yên ku ji aliyê kompaniya Swêdî BAE Systems Hagglunds AB ve tên çêkirin, bi buhayê 2,7 milyar dolarî ye û ji aliyê hikûmetê ve hatiye qebûlkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat diyarkirin ku piştî teslîmkirina cara yekem di sala 2026an de û yên mayî jî di sala 2030an de temam dibe ku bi aliyê Swêdê re destnîşanên hevpar hatine kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku Çekya ji bo kirîna 24 balafirên şer ên F-35 bi Amerîkayê re gotûbêjan dike, lê heta niha tu rêkeftin di navbera herdu dewletan de çênebûye. 

Parve bike: