Ewn bersiva Hizbullahê da: Yên welat xistine şer xiyanetê dikin
PeyamaKurd - Serokomarê Lubnanê Jozef Ewn bersiveke tund da daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim û her du alî li ser maseya danûstandinan hatin pêşberî hev.
Ewn di hevdîtina ligel şandeyeke ji başûrê Lubnanê de diyar kir ku armanca wan a ji danûstandinên rasterast ên bi Îsraîlê re, bidawîkirina şer û vegera ser Peymana Agirbestê ya sala 1949an e.
Serokomarê Lubnanê tohmetên Hizbullahê yên derbarê "xiyanetê" de red kirin û got: "Xiyanet ji hêla kesên ku welatê xwe dibin şer daku xizmeta berjewendiyên biyanî bikin ve tê kirin. Dema we biryara şer dida, we pirsa lihevkirineke neteweyî kiribû?"
Hêjayî gotinê ye, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim bi daxuyaniyekê her cure danûstandineke rasterast a ligel Îsraîlê red kir û bang li desthilatdarên Lubnanê kir ku ji vê biryarê vegerin.