“Ewropa di hilberîn û bikaranîna kokaînê de bûye navend”
PeyamaKurd-Teşkîlata Polîsan a Ewropayê (Europol) û Navenda Şopandina Hînbûyiyên Madeyên Hişber (EMCDDA), raporteke hevpar a li ser madeyên hişber parve kir. Li gorî raportê, Ewropa her ku diçe, di hilberîn û bikaranîna madeya kokaînê de dibe navend.
Di rapora Europol û EMCDDAyê de lêkolînên li ser daneyên desteserkirin, hilberîn û bikaranîna madeyên hişber hat rawestandin. Li gorî raportê, endustriya madeya metamfetaminê jî her ku diçe, li Ewropayê dorfireh dibe.
Li gorî daneyên raportê, Ewropa di nav cihên ku herî zêde madeyên hişber lê tê bikaranîn de ye û baronên madeyên hişber jî di sala 2020an de ji firotina van madeyan; 10,5 milyar euro bi dest xistine.
Hat ragihandin ku kokaîna di sala 2020an de li Ewropayê hatiye desteserkirin, li gorî sala par ji %6 zêde bûye û gihîştiye 214 tonan.
Li gorî saziyên Yekîtiya Ewropayê jî di bazirganiya madeyên hişber de Belçîka xwedî risteke girîng e û di sala 2020an de kokaîna herî zêde, li Belçîkayê hatiye desteserkirin.