TR KU SO
FB X
Cîhan

Ewropa: Divê Tirkiye ji bo tenduristiya Guvenê gavan bavêje

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2019 02:00

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê radigihîne, divê hikûmeta Tirkiyê ji bo rewşa tenduristî ya Parlementera HDPê Leyla Guvenê gavan bavêje.

Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî dibêje, ew çavderiya rewşa Leyla Gûvenê dikin û berî niha jî wan daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku ji bo sexlemiya Leyla Gûvenê gav werin avêtin.

Herwiha ji bo çareseriya pirsa kurdî pêwîstî bi pêvajoyeke ewle heye û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû, Yekîtiya Ewropayê amade ye alîkarî bike.

Parlementera HDPê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan 115 roj in di grêva birçîbûnê de ye. Herwiha di 38 girtîgehan de bi sedan zindanî jî bo rabûna tecrîda liser Ocalan di grevên birçîbûnê da ne.

Parve bike: