Ewropa guh nade mueyîdeyên li ser Îranê
PeyamaKurd - Federîca Mogherîniya Nûnera Bilind a Ewlekarî û Têkiliyên Karên Derva ya Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku YE teşwîq dike ku bazirganiya bi Îranê ra were zêdekirin.
Mogherîniyê Zelandaya Nû ziyaret kir û li vê derê daxuyanî da û got em teşwîq dikin ku bazirganiya bi Îrana li ser teehûdên nukleerê were zêdekirin.
Mogherîniyê got em bawer dikin ku peyman bi kêrî aştiya herêmê û dinyayê tê, ji bo ku qezencên aboriyê yên gelê Îranê bi dest xistibû dewam bikin û Îran li ser peymanê bisekine çi ji destê wan tê dikin.
Di heyameke kû Serokê Amerîkayê Donald Trump bi van gotinan: "Me mueyîdeyên li dijî Îranê bi fermî eşkere kir. Ev mueyîdeyên herî dijwar in û di mijdarê da şideta wan ew ê zêde be.Yên bi Îranê ra kar bikin nikarin bi Amerîkayê ra kar bikin. Hedefa me aştiya dinyayê ye, ji wê kêmtir nabe." Aliyên ku dê bi Îranê re kar bike tehdîd dike, ev bangewaziya Ewropa balkêş e.