FAA: Em bo 'Boeing 737 Max' bi endîsene
PeyamaKurd: Cîgirê serokê Rêvebiriya Hewayî ya Federal ya Amerîkayê Dan Elwell, ragihand ku heya ewlekariya balafirên Boeing 737 Max neyê tesdîqkirin, dê nikaribe bifire an ku bi rêwiyan seferan bike. Ji ber ku berê du balafirên wan qeza kiribûn û di qezayan de bi sedan kes miribûn.
Dan Elwell got; 'Boeing rapora xwe ya xetayê derengî xist û di vê mijarê de bi endîşe me. Em ê vê mijarê vekolin. Diviya ji salekî zêdetir dewam nekira.’
Dan Elwell tevlî civîna kongreya Amerîkayê ya ragihandinê bû û di derbarê Boeingan de pirsan bersivand. Endamên meclisa temsîlkaran FAA yê bi sedema ku kontrolan nekiriye hat rexne kirin. Endamê meclisê Peter DeFazio got ku heya niha rapora Boeingan nehatine teslîmkirin.
FAA ev 13 mehe ku li benda rapora Boeing 737 Max ê ne.