Facebook jî nûnertiya xwe li Tirkiyê vedike
PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyê yasayek nû derbarê medyayên civakî derxist û li gor wê yasayê, divê kompaniyên medyayên civakî yên mezin ên li Tirkiyê, nûnertiya xwe vekin. Piştî destbikarbûna vê yasayê, kompaniyên wek Youtube, Netflîx,Tiktok û gelek kompaniyên din, nûnertiya xwe vekirin û niha jî Facebookê biryar daye, vê nûnertiya xwe veke. Lê li gel vê rewşê, tirsa gelek aliyan ew e, ku Tirkiye ji van kompaniyan daxwaza zanyariyên wan bike û bi wê yekê re, li ser medyayên civakî ewlehiya wan nemîne û ew ji mafên xwe yên gotinê bê par bimînin.
Hin welatî dibêjin, eger ev medyayên civakî li Tirkiyê bên astengkirin, wê gavê dê kêşe derkeve, lewma ew dixwazin hemû kompaniyên medyayên civakî li Tirkiyê nûnertiyên xwe vekin, da ku ew bikarin wan malperan bikarbînin.
Li gor vê yasayê, eger kompaniyên medyayên civakî li Tirkiyê nûnertiyên xwe venekin, di destpêkê de dê bi 10 milyon lîreyan yanî zêdetirî 1 milyon û 300 hezar dolaran bên cezakirin û eger ev kompanî piştî heyvek dî jî vê nûnertiya xwe venekin, wê gavê dê bi 30 milyon lîreyan bên cezakirin.