Fahrettîn Koca: Pêwîstî bi danîna maske û koda HES nema
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, îro piştî civîna Desteya Zanistî derbarê rakirina tedbîrên koronayê de daxuyanî dan û eşkere kir, tedbîra herî dawî ya bo xweparêziyê ango bikaranîna maskeyê êdî ne mecbûrî ye.
Koca li ser rakirina rênimayên Covîd-19 eşkere kir: "Êdî em ne mecbûrin li derve, li cihên vekirî maske bikar bînin. Di serdema nû de êdî koda HESê hat rakirin. Wê li ti sazî û dezgehan koda HESê neyê xwestin. Heke li cihên girtî hewadarkirin bes be û pabendî bi rênimaya jihevdûriyê jî hebe, maske lazim nake. Em maskeyan ji jiyana xwe dernaxin, wê bi me re bin û dema pêwîst bû emê bikar bînin. Dema em bi mezinên xwe re bin yan li cem yên bi nexweşiyên kronîk bin, em dev ji maskeyê bernadin.”
Koca got ku li qadên ku merca jihevdûriyê nayê bicihanîn, li saziyên tenduristiyê û qadên girtî yên dibistanan, di balafir, otobus, şano, sînemeyê de bikaranîna maskeyê wê bidome.
Li gorî rênimayên nû dema li dibistanan 2 pêketî hebin, êdî ew pol nayên girtin.