TR KU SO
FB X
Cîhan

Fas û Îspanya li dijî DEASê operasyon kirin

Admin M
Nivîskar
📅 08 gulan 2018 20:40

PeyamaKurd- Bi hevkariya hêzên asayîşa Fasê (Mexrib) û Îspanyayê li hemberê DEAŞê operasyonek hat kirin û di encamê de 5 kes hatin girtin.

Ragihandin ji aliyê wezareta karên hundir yê Fasê ve hat kirin. Li gor agahiyê tîmên Fasê yên li dijî terorê, bi hêzên asayîşa Îspanya re li dijî hucreya DEAŞê operasyonekî kirin û hucra ku ji 5 kesan pêkdihat hat roxandin.

3 kes ji wan li ser sînorê Îspanyayê, li bajarê Fenadîkê, 2 kesên din ku hemwelatiyên Fasê û Senegalê ne, li bajarê Îspanyayê li Bilbao hatin girtin.

Gumanbar li Sûriyê û Iraqê li wan heremên ku şer lê hene, bi DEAŞê re bi koordine dixebitin û di operasyonê de alavên leşkerî û elektronîk bi wan re hatine girtin.

Parve bike: