Fatûreya giran a Pentagonê: Şerê li dijî Îranê aboriya Amerîkayê dihejîne
PeyamaKurd - Li gorî raporteke CNN International, tê pêşbînîkirin ku mesrefa giştî ya şerê li dijî Îranê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bigihîje 1 trilyon dolarî. Tevî ku Pentagonê ragihandibû heta niha 29 milyar dolar hatiye xerckirin, pispor balê dikişînin ser lêçûnên demdirêj mîna nûkirina stokên mûşekên Tomahawk (ku her yek 3,5 mîlyon dolar e) û parastina komên keştiyên balafirhilgir. Tê gotin ku nûkirina mûşekên hesas û amûrên leşkerî dikare bi salan bikişîne û bibe sedema xerckirina bi sedan milyar dolarên din.
Bandora li ser aboriya cîhanî û civakî
Ji bilî lêçûnên leşkerî, berpirsiyariyên civakî yên ji bo 55 hezar personelên leşkerî yên beşdarî şer bûne, barekî giran ê darayî dixe ser milê Washingtonê. Her wiha ev pevçûn bûye sedema bilindbûna bihayê enerjî û kelûpelên xwarinê li seranserê cîhanê. Pispor hişyariyê didin ku li Amerîkayê bihayê galonek benzînê dikare di demeke kurt de bigihîje 5 dolarî, ku ev yek wê rasterast bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyan û aboriya giştî ya DYAyê bike.