FBI ket pêsiya êrîskerên ser Kongre ya Amerîkayê
PeyamaKurd – Li Amerîkayê piştî avêtin ser kongra Amerîkayê, FBI kete pêşiya kesên tevlî êrîşa ser kongreyê bûn û wan dixe binçav. Kesê ewilî hat binbçavkirin ew e ku ketibû baregeha seroka Meclisa Nûneran ya Nancy Pelosi û lingê xwe avêtibû ser masa wê yê bi navê Richard Barnett e.
Barnettê 60 salî bi sê sûcan tê tewankirin: Diziya malê giştî û diziya komputera Nancy di nava tewanan de ye. Her weha rastgirê tund û hem endamê grûba “Proud Boys” Nick Ochs hatiye bin çav kirin. Ochs li Hawaiyê hat binçavkirin û dê roja duşemê derbixin dadgehê.
Di nava binçavkiran de di avahiya kongrê de bi xwepêşandêran re video kişandibû ku endamê meclisa eyaleta West Virginia ye û bê îzin ketiye avahiya kongrê.
Kesê bi navê Adam Johnson li Floridayê hat binçavkirin. Aaron Mostofsky hatiye binçavkirin ku kurê dadgerê dadgeha bilind ya Brooklynê ye.