TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê Amerîkî: Artêsa nepen a Pentagonê heye û ti carî têk naçe!

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2021 03:14

PeyamaKurd – Fermandarê xanenişîn ê Amerîkî Gordon Sullivan ji kovara Newsweek re axiviye û daye xuyakirin ku artêşeke nepenî ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pentagonê heye û li her derê cîhanê operasyonê taybet dikare bike.

Sullivan gotiye, artêşa nepen bi cilûbergên sivîl e û girêdayî Artêşa 21ê ya Amerîkayê ku hêza wê jî ji efserên navên wan veşarî pêk tê ku bi qasî deh qatan (5 milyon) personelên wê ji yên Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) zêdetir in.

Li gorî gotara Newsweekê ku cih daye beyanên fermandarên berê yên artêşa Amerîkayê, ew artêşa nepen a Amerîkayê li her derê dinyayê operasyonê taybet û veşarî pêk tîne û ew artêşa navborî ti carî nayê têkdan.

Gordon Sullivan herwiha diyar kiriye ku ew artêş hêzeke hibrît e û ji hemû beşên civakê pêk tê û personelên wê jî ji yekîneyên Rangers ên hêzên taybet têne hilbijartin.

Parve bike: