TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê artêşa Pakistanê li Tehranê ye

Admin H
Nivîskar
📅 21 gulan 2026 14:42

PeyamaKurd - Fermandarê artêşa Pakistanê di çarçoveya hewldanên welatê xwe yê navbeynkariyê di navbera DYA û Îranê de, îro gihaşt Tehranê. Ajansa nûçeyan a Îranî ISNA'yê ragihand ku ev serdan ji bo temamkirina muzakereyan bi rayedarên Îranê re pêk hatiye.

Girêdayî mijarê wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi wezîrê karên hundir ê Pakistanê re hevdîtin pêk anî. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî got, Tehran pêşniyarên DYA’yê wergirtine û lêkolîn dike. Bîqayî destnîşan kir ku her du aliyan li ser pêşniyara Îranê ya 14 xalan, gelek peyam parve kirin.

Parve bike: