TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê êrîsa Efrînê ji bo çi ji kar hat kisandin?

Admin H
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2019 21:50

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê operasyonên Efrîn û Mertala Firatê yê artêşa Tirkiyê Îsmaîl Metîn Temel çend roj berê ango beriya gefên operasyona ser Minbicê ji kar hat kişandin.

Ew fermandarê êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û Efrînê wekî qephremanekî hatibû nîşandin di raya giştî ya Tirkiyê de û herwiha sala borî bi çepikên xwe yên bo axaftineke Erdogan jî ji aliyê opozîsyonê ve dihat rexnekirin.

Fermandarê Tirk Îsmaîl Metîn Temel piştî êrîşa ser Efrînê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû xelatkirin û madalyeya qehremaniyê bo wî hatibû dayîn.

 Nivîskarê Tirk Fatih Altayli di nivîseke xwe de got ku ew fermandar bi hinceteke cuda ji kar hatiye dûrxistin ku sedema wê jî fermaneke wî ya bo Minbicê ye.

Altayli bêyî bi nav bike balê dikişîne ser Rûsya û rejîma Sûriyê û dibêje, “Ew ji ber israra fermaneke xwe ya ku pirsgirêkan ji bo hevpeymana me ya nû (Rûsya) û welatê cîran (Sûriye) ê problemên me pê re hene, ji kar hatiye dûrxistin.”

Bi biryara dûrxistina fermandarê operasyonê Sûriyê re, derket holê ku ji ber siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê hin nakokî di navbera artêşa Tirkiyê û desthilatiya siyasî de hene.

Parve bike: