Cîhan
Fermandarê hêzên bejayiyê yê Îngîltere Walker seredana serokerkanê Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Serokerkanê Tirkiyê Selçuk Bayraktaroğlu fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê yê Îngîltere Sir Roland Walker qebûl kir. Di hevdîtinê de her weha fermandarê hêzên bejayiyê yê Tirkiyê Orgeneral Metin Tokel jî amade bû.
Ragihandin di ser hesabê medya civakî yê artêşa Tirkiyê de hat kirin û got:
“Serokerkanê Tirkiyê Orgeneral Selçuk Bayraktaroğlu, li ser daweta fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê yê Tirkiyê Orgeneral Metin Tokel ku fermandarê Brîtanya yê hêzên bejayiyê Orgeneral Sir Roland Walker dawet kiribû Ankara, her dû generalan bi hevre qebûl kir meqamê xwe.”