TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê Îranî yê ketiye sûna Suleymanî çû Bexdayê

Admin H
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2020 20:22

PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdarên Îranê, Îsmaîl Qaanî ku piştî kuştina Qasim Suleymanî li şûna wî hatibû danîn, îro 23yê Kanûnê serdana Bexdayê kir.

Li gor zanyariyan îro 23yê Kanûnê Fermandarê Hêza Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.

Hatiye diyarkirin ku wê Îsmaîl Qaanî li Bexdayê bi rêveberên siyasî û berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive û li ser  pêwendiyên Bexda û Tehranê guftûgoyan bike.

Parve bike: