Cîhan
Fermandarê Iraqî cihê xwevesartina DAISiyan eskere kir
PeyamaKurd - Fermandariya Dijeterora Iraqê cihê mayîn û kiryarên terorîstî yên rêxistina terorîst a DAIŞê eşkere kir.
Fermandarê dijeterora Iraqê Ebdulwehab Saidî ji televizyoneke Iraqê re ragihandiye ku çekdarên DAIŞê xwe di dol û zincîre çiyayên derdora Bexda, Diyale û Kerkûkê veşartine.
Ebdulwehab Saidî gotiye, hêzên wan niha li du cihan kiryarên leşkerî li dijî DAIŞê encam didin ku yek ji wan navçeyên navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de ye û ya din jî derdora Xaneqînê ye ku ji ber nebûna bombebarana asmanî li wê navçeyê, DAIŞê dest bi kriyarên terorîstî kiriye li wê deverê.