TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermanderekî pile bilind yê Iraqê di êrîsekê de hate kustin

Admin L
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2020 13:09

PeyamaKurd - Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê, do li bakurê Bexdayê fermandarekî pile bilind yê serbazî Emîd Rukin hate kuştin û çar serbazên din, di êrişeke çekdarî de birîndar bûn.

Di ragihandinekê de Şaneya Ragihandina Ewlehiyê eşkera kir, êrîşa teroristî ya li ser otomobêleke serbazî ku li nahiyeya Bin Sîna ser bi qezaya Tarimiye li bakurê Bexda hate encamdan.

Herwiha amaje bi wê yekê daye, di encama wê êrişê de, Emîd Rukin, Elî Hemîd Xêdan, fermanderê lîwa ya 59 ya supaya Iraqê hate kuştin û çar serbaz jî birîndar bûn.

Mêdya yên Îraqî amaje bi wê yekê didin, ku ew êriş ji aliyê çekdarên DAİŞê ve hatiye encamdan.

Parve bike: