Cîhan
Fermandeyekî polîsê Iraqê ji aliyê DAISê ve hat revandin
PeyamaKurd – Fermandeyekî polîsê Iraqê do li ser gola Hemrînê ji aliyê DAIŞê ve hat revandin.
Li gor zanyariyan, terorîstên DAIŞê do li ser gola Hemrîn li parêzgeha Diyale ya Iraqê 4 kes di dema girtina masiyan de revandibûn.
Li gorî agahiyan, di nav kesên revandî de fermandeyekî polîs heye.
Di nav wan de çekdarekî Heşda Şeibî, karmendekî bankê û welatiyekî normal jî hene.