TR KU SO
FB X
Cîhan

Feyleqa Quds: Êrîskirina Îsraîlê ya li Sûriyê dê bêbersiv nemîne

Admin L
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2021 15:03

PeyamaKurd – Derbarê êrîşa Dêrezorê ya ji aliyê Îsraîlê pêk hat de, Alîkarê Siyasî yê Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Ehmed Kerîmxanî diyar kir û got; êrîşkirina ser hêzên rûbirûbûnê yên li Sûriyê, dê bêbersiv nemîne.

Li gor Ehmed Kerîmxanî dide zanîn, bombebaranên Îsraîlê yên ser pêgehên serbazî yên li sînorê parêzgeha Dêrezorê, tu zerareke giyanî li kom û hêzên çekdarî yên li eniya rûbirûbûnê ya Sûriyê nedaye.

Herwiha Kerîmxanî eşkere kir, nûçeyên ku Rewangeha Sûrî belav kirine; goya 57 serbaz û çekdarên rûbirûbûnê di encama wan êrîşan de hatine kuştin, ne rast e û tenê propagandaya siyasî ye.

Serê sibeha Çarşema borî, balafirên Îsraîlê li çend deverên sînorî yên parêzgeha Dêrezorê, yekîneyên artêş û milîsên alîgirên Îranê bombebaran kiribûn.

Parve bike: