TR KU SO
FB X
Cîhan

Fînlandayê belgeyên dawî îmze kir û bû endamê 31emîn ê NATOyê

Admin H
Nivîskar
📅 04 nîsan 2023 21:22

PeyamaKurd – Îro 4ê Nîsana 2023yan bi îmzeyên dawî re, Fînlanda bû 31emîn endamê NATOyê.

Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto, piştî ku îmzeyên dawî yên belgeyên endamtiyê destnîşan kirin ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derket pêşberî kamerayan û bi fermî Fînlanda bû endamê 31emîn ê NATOyê.

Serokomarê Fînlandayê Sauli Niinistro jî li ser Twitterê ragihand ku êdî serdema bêalîbûna welatê wî bidawî bûye û li ser beşdariya NATOyê got: “Endamtiya NATOyê ti aliyê hedef nagire.”

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî di civîna hevbeş a rojnamevanî de ragihand ku êrîşkariya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hiştiye ku NATO hîn mezintir bibe.

Parve bike: