Finlandiya: Em pistgiriya terorê nakin
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Finlandiyayê Antti Kaikkonen ragihand ku ew li gorî hevahengiya NATOyê kar dikin û welatê wan, piştgiriya terorê nake.
Wezîr Antti Kaikkonen, di 240emîn Bernameya Neteweyî ya Berevaniyê de axivî û da zanîn ku ew bi NATOyê re di nav hevahengiyê de dixebitin û wan şertên NATOyê bi cih hanîne.
Kaikkonen da zanîn ku dê Finlandiya heta dawiya salê, bi temamî bibe endamê NATOyê û ji bo ku di zûtirîn demê de ev endamtî çêbibe, çi ji destên wî bê, ew ê bike.
Bal kişand ser fikarên Tirkiyeyê
Wezîr Kaikkonen, qala qebûlkirina endamtiya Finlandiyayê ya endamên NATOyê kir û ragihand ku ji 30 welatên endam, 23 jê endamtiyê erê kiriye û niha maye li ser erêkirina 7 welatan.
Wezîrê ku bal kişand ser fikarên Tirkiyeyê, da zanîn ku di nav van 7 welatên mayî de Tirkiye jî heye û ew, girîngiyê didin fikarên Tirkiyeyê. Kaikkonen bi berdewamî got,
“Hûn dikarin bi dengekî berz bibêjin ku her kes dizane Finlandiya piştgiriya terorê nake. Bi tu awayî piştgiriyê nake. Rayedarên me, her roj li dijî terorê têdikoşin û bi rastî jî vê xebatê baş dimeşînin.”