Fînlandiya: Ti lîsteya radestkirinê nîne, em ti kesî nasînin mirinê…
PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto, li ser daxwazên Tirkiyê yên radestkirina hejmarek kesan ku bi terorê tên tohmetbarkirin got, "Ji bilî nivîsa momerandûmê ti rêkeftinek bi Tirkiyê re nehatiye kirin, em ti kesî naşînin mirinê..”
Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto, piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku doh gotibû, wan radestkirina 73 kesan ji Fînlandiya û Swêdê xwestiye û 3-4 kes jî hatine radestkirin ji weşana Yle re axivî.
Haavisto, diyar kir ku bi ti awayî Fînlandiya welatiyên xwe radestî Tirkiyê nake û ti lihevkirinek ji bilî nivîsa momerandûma sêqolî bi Tirkiyê re çênebûye.
Herwiha da zanîn ku ew yasaya xwe ya têkoşîna dijî terorê jî naguherînin û got: "Ji bo dersînorkirina kesan divê li Fînlandiyayê sûc hatibe kirin yan jî hewla sûcê terorê hatibe kirin. Li gorî pabendiyên Fînlandiyayê yên rêzgirtina mafên mirovan, nabe ku em ti kesî bişînin ber mirinê û îşkenceyê.”
Wezîrê Fînlandî herwiha da xuyakirin ku niha ti lîsteyeke vekirî ya Tirkiyê daxwaz kiribe, li ber destê wan nîne.