TR KU SO
FB X
Cîhan

Finlandiyayê ragihand: Em ê li gorî peymanê tevbigerin

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 tebax 2022 19:30

PeyamaKurd- Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto ragihand ku ew ê wekî rayedarên Finlandiyayê, li gorî peymana NATOyê ya ku li Madridê bi Tirkiyeyê re hatibû destnîşankirin, tevbigerin.

Sauli Niinisto bi daxuyaniya ku parve kir re ragihand ku hevdîtinên wan ligel rayedarên Tirkiyeyê dewam dikin û ew ê bi peymana têkoşîna li dijî rêxistinên terorî ya hevpar ve girêdayî bimînin û ew ê vê girêdayîbûna xwe berdewam bikin.

Serokomarê Finlandiyayê di daxuyaniya xwe de got,

“Di meha gulanê de daxwazên Tirkiyeyê, hema hema pêşvebirina pêvajoya endamtiya me ya NATOyê hemû dabû rawestandin. Di dawiyê de me li Madridê li ser çareseriyeke ku pêvajoyê bide dewamkirin, li hev kir. Hewcedariya me hinek bi sebirê heye.”

Niinisto bal kişand ser Swêdê jî û eşkere kir ku ew û Swêdê, dê girêdayiyê peymana bi Tirkiyeyê re bimînin lê belê dê kengî Tirkiye amade be ku bi pêş ve biçe, ew ê di nav demê de diyar bibe.

Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin jî di vê derbarê de daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku heta ji destên rayedarên Finlandiyayê hatiye, ew ji fikarên Tirkiyeyê re bûne bersiv lewra divê ewlehiya hevkaran, bi awayekî cidî bê nirxandin.

Parve bike: