TR KU SO
FB X
Cîhan

Firtoneya Lekima û lehiyê Çîn wêran kir! 5 milyon kes…

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2019 01:36

PeyamaKurd – Firtoneya Lekimayê ku li peravên rojhilatê Çînê xistiye bandora xwe li ser 5 milyon kesan kir.

Di encama lehiyên ku piştî firtoneyê rabûne de, hat ragihandin ku herî kêm 28 kes mirine û 20 kes jî winda ne.

Hat ragihandin ku li eyaleta Zhejiangê bandora lehî û firtoneyê li 5 ser milyon kesan çêbûye û bi qasî milyonek welatî jî ji cih û warên xwe hatine tehlîyekirin.

Firtoneya ku Lekima wekî ‘Firtoneya Super’ hatiye binavkirin, doh beyaniyê bajarê Wenling ê navbera paytexta fînansê yê Teywanê Şangay û Çînê destpê kir û bi leza 187 kîlometran bû sedema ba û bahoz an.

Firtoneyê niha berê xwe daye herêma Zheijiang ku bêhtirî 20 milyon kes lê dijîn.

Parve bike: