TR KU SO
FB X
Cîhan

Firtûna "Gloria" yê her diçe siddeta xwe zêdetir dike

Admin M
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2020 02:29

PeyamaKurd- Li Îspanyayê bi taybetî li aliyê rojhilatê peravên behrê firtûna bi navê “Gloria” bû sedema mirina 4 kesan û di ser de piştî berf bariya, li 5 bajaran îşareta “hawara sor” hat dayîn. Barîna berfê bi taybetî car din li Katalonyayê da.

Hukumeta Îspanyayê ragihand ku li herêma Katalonyayê 15 rêyên bejayiyê bi temamî ji berfê hatine girtin. Li ser rê qeza çêbûne û rêya navbera Îspanya û Fransayê hatiye girtin. Bi sedema şertên hewayê yên xedar dibistan hatin tatîlkirin û di seferên balafiran de kêmasî çêdibe û hukumet xwest ku xelk li hemberê rabûna asta ava çeman amadebin.

Rêvebira parastina sîvîl ya Katalonyayê Isabel Ferrer ragihand ku heya niha 24 sietên talûkê li paş maye lê hêj 36 siet li pêşiya wan maye. Berdevka hukumeta Îspanyayê Maria Jesus Montero jî got ku haya wan ji tehrîbatên firtûneyê heye û bo maşbatên miriyan sersaxî da.

Parve bike: