TR KU SO
FB X
Cîhan

Flas... Sefera Ebadî bo Îranê betal bû

📅 13 tebax 2018 00:30

PeyamaKurd - Sefera Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ber bi Îranê ve hat betalkirin.

Ofîsa Ragihandina Ebadî bo AFPê ragihandiye ku seredana Serokwezîrê Iraqê bo Îranê betal bûye.

Ofîsa Ebadî diyar kiriye ku ew roja sêşemê seredana Tirkiyê dike lê belê ji ber nebûna demê ziyareta Tehranê nake.

Ev hilweşandina ziyaretê ji ber daxuyaniya Ebadî ye ku li ser Îranê gotibû: "Em mecbûr in biryara Amerîkayê bicih bînin."

Parve bike: