Foreign Policy | 6ê Hezîranê nameya dorpêçên S-400an ji Tirkiyê re hat sandin
PeyamaKurd – Kovara Amerîkî Foreign Policy ragihand ku Wezîrê Bergiriya Amerîkayê yê bi wekalet Patrick Shanahan 6ê Hezîranê nameyek ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re rê kiriye ku tê behsa dorpêçên li ser kirîna S-400ên Rûsî dike.
Li gorî nameyê Amerîkayê ji Tirkiyê re gotiye, pêwîste 42 pîlotên perwerdeya balafirên F-35an li Amerîkayê distînin ji 31ê Temuzê ve vegerin Tirkiyê û pîlotên nû bo perwerdeyê neyên şandin.
Di nameyê de li ser dorpêçên muhtemel ên bo S-400an tê gotin ku hemû geştên navdewletî bo Tirkiyê bên betalkirin û karmendên Hêzên Hewayî yên Tirkiyê jî piştî wê tarîxê bên astengkirin.
Herwiha di nûçeya kovarê de tê diyarkirin ku dê Tirkiye beşdarî bernameya F-35an a 12ê Hezîranê ku hemû kompaniyên hikûmetên şirîkên F-35an lê amade dibin jî nebe.
Di nameyê de herwiha yek bi yek behsa dorpêçên ku li ser Tirkiyê bên sepandin tê kirin û tê gotin, ew mijar di navbera wezîrên bergiriyê yên herdu welatan de bi rêya telefonê hatine axaftin.