Fraksiyonên Iraqê hilwesandina parlamento û hikûmetê dixwazin
PeyamaKurd – Piştî civînên navbera fraksiyên partiyên siyasî yên Iraqê biryar hatiye wergirtin ku şansê dawî bidin hikûmeta Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û heger nekaribe daxwazên xwepêşanderan pêk bîne jî hikûmet û parlamen herdu werin hilweşandin.
Heta niha hejmara qurbaniyên xwepêşandanên dijî gendelî, xizmetguzariya xirab, hikûmet û desthilatê, gihîştiye zêdeyî 300 kuştî û 13 hezar birîndaran û xwepêşandan hîn jî berdewam dikin.
Herî dawî Fraksyona Nehcî ya Wetenî li Parlamentoya Iraqê ragihand ku divê di dema 30 rojan de parlamento û hikûmet bê hilweşandin û yasayeke nû bo hilbijartinê were derxistin.
Serokê Fraksyona Nehcî ya Wetenî li Parlamentoya Iraqê Emar Tuime roja Şemiyê li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de got, ew daxwaza hilweşandina parlamentoyê dikin ku dibe sedema hilweşandina hikûmetê di dema 30 rojan de.
Tuime da zanîn: “Di wê demê de divê yasayeke nû bo hilbijartinê bê derxistin ku ligel daxwazên civakê guncaw be.”
Emar Tuime diyar kir: “Divê encûmeneke şareza û bîrmendan were pêkanîn û kar bike bo danîna çareseriyeke stratejêk bo krîzan û serpereştiya qonaxa demkî bike, herwiha divê di wan 30 rojan de komisyoneke nû bo hilbijartinan bê pêkanîn û destûr ji aliyê parlamentoya nû ve were serastkirin.”
Emar Tuime destnîşan kiriye ku divê çek tenê di destê dewletê de bin û hêzên emnî û xwepêşander pabendê parastina xwîna Iraqiyan bin.
Li gorî zanyariyan, hemû fraksyonên bi bandor Iraqê şeva Îna derbasbûyî civiya ne û hemûyan lihev kirine ku derfeta dawî bidin hikûmet û aliyên siyasî ji bo pêkanîna reforman, nehiştina gendeliyê, cîbicîhkirina daxwazên xwepêşanderan û serastkirina destûrê.