TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa 2 dîplomatên Îranî dersînor dike

Admin H
Nivîskar
📅 19 tebax 2026 13:28

PeyamaKurd - Fransayê ragihand ku ew ê di rojên pêş de 2 dîplomatên Îranî ji welatê xwe dersînor bike.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir ku ev biryar wekî bertek û bersivdanekê ye li hemberî desteserkirin û tundiya ku di meha tîrmehê de li Tehranê li beramberî 2 dîplomatên Fransî hatibû kirin.

Barrot destnîşan kir ku dewleta Fransayê li pişt gelê Îranê, hunermend û zanyarên wê rawestiyaye û ev êrîşa li ser dîplomatên wan nayê qebûlkirin.

Ji aliyê din ve, Wezareta Karên Derve ya Îranê berê ragihandibû ku wan di çarçoveya lêpirsîna ewlehiya neteweyî de 2 dîplomatên Fransî bo demeke kurt desteser kirine û piştre ew wekî "kesên nexwestî" (persona non grata) ragihandine.

Tehranê îdîa kir ku ev dîplomat tevlî çalakiyên li dijî hiqûqa navneteweyî û Peymana Têkiliyên Dîplomatîk a Viyanayê ya 1961an bûne.

Parve bike: