Cîhan
Fransa bi 9 mîlyar Ewroyî bernameya kestiya noqavê ya nukleerî çêkir
PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuel Macron tevlî merasima vekirina keştiya noqavê ya nukleerî bû. Keştiya noqavê ya bi navê “Duffren” ku dikeve sinifa “Barracuda” yê, bi 9 mîlyar Ewroyê li ser Fransayê bûye mal. Macron di merasimê de weha got:
“Ew ne tenha keştiyên noqavê ne. Tiştên ku li vê derê çêdikin, azadiya Fransayê ye. Hun li vê derê desthilatiya me ava dikin.”
Giraniya keştiyê 5 hezar tone û hukumeta Fransayê 6 heb ji wan sîparîş kiriye û dixwaze keştiyên kevin ji nava fîloya xwe derbixe.
Bernameya keştiyan li hewza Cherbourgê de dewam dike û bo çêkirin û pêşxistina çêkirina keştiyan 9 mîlyar ewro pere hatiye serfkirin.