Fransa car din serû binê hev bû
PeyamaKurd- Li her aliyê Fransayê nerazîbûnên li dijî qanûna xaneşînî dewam dikin. Bi deh hezaran xebatkar li payîtexta Parîsê agir berdan cafe, lambayên trafîkê û motorsîkletan. Bûye kes nikare di wan kuçe û kolanên Parîsê de bigere.
Qanûna ku di bin rêvebiriya serokê Fransayê Emmanuel Macron de derketiye, kes pê razî nîne û li 250 deran bi qederê 500 hezar kes li dijî hukumetê xwepêşandanan kirin. Xwepêşandan ne tenha li Parîsê lê li gelek ciyên din dewam dikin.
Sendîka jî ketin nav tevgerê û grevan dan destpêkirin. Grev heya roja duşemê dewam dike. Heya niha ji 70 kesî zêdetir binçav kirine û sibê %20 seferên balafiran hatin betalkirin. Li dora qesra serokkomariyê û temamê Parîsê li dora 6 hezar polis hatin danîn.
Barûya Eyfelê hat girtin û seferên trênan bi piranî hatin betalkirin.