Cîhan
Fransa: “Civîna Sûriyê di wextê xwe de nayê kirin!”
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku civîna Sûriyê wê li Stenbolê di 7ê Êlûnê de were kirin. Lê îro Serokomariya Fransayê eşkere kir ku civîn di wextê xwe de nayê kirin.
Çavkaniyên Serokomariya Fransayê ragihand ku lutkeya Sûriyê ya ku wê di 7ê Êlûnê de bihata kirin, wê were taloqkirin. Ji ber ku serokê çar dewletan gotiye ku ji bo vê civînê hê gelekî zû ye, civîn pêk nayê.
Çavkaniyên Fransî dibêjin ku berî ku beşdarî lutkeyê bibin, divê di derbarê reformên siyasî û agirbesê de lehvatin were kirin.