Cîhan
Fransa di kabînê de 9 wezîran guhert
PeyamaKurd – Li Fransayê kabîne guhertin lê serokwezîr Elisabeth Borne ciyê xwe parast. Li gor ragihandina Koşka Elysee; Gabriel Attal bû wezîrê perwerdê û Aurelien Rousseau bû wezîrê tenduristiyê.
Serokwezîr Elisabeth Borne, wezîrê darayî Bruno Le Maire, wezîra karên derve Catherine Colonna û wezîrê karên navxwe Gerald Darmanin wê wezîrtiya xwe dewam bikin.
Wezîrê dewletê Marlne Schiappa ji ser kar hat girtin.